Wezîrê Avedaniyê: Di sê salan de hemû rêyên navbera parêzgehan dê bibin dusayd
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Avedanî û Niştecihbûnê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ragihand, hikûmet kar dike daku di sê salên bê de hemû rêyên sereke yên di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de bikin dualî (du-sayd).
Dana Ebdulkerîm îro 24ê Sibatê di merasîma vekirina rêya Hewlêr – Gomespanê de, ji Kurdistan24ê re got: "Ev rêya ku dirêjiya wê zêdetirî 22 kîlometre ye, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ji aliyê Grûpa Kompanyayên Hemîn Grûp ve hatiye cîbicîkirin. Rê li gorî standardên navdewletî hatiye çêkirin û paytexta herêmê bi parêzgeha Silêmanî, Îdareya Raperîn û navçeyên din ve girê dide."
Wezîrê Avedanî derbarê plana wezareta xwe ya ji bo paşerojê de diyar kir: "Wek wezaret, plan heye ku di nav sê salên bê de hemû rêyên sereke yên navbera parêzgehan bibin du-sayd. Niha kar li ser rêyên Dûkan - Çarqurne û Hewlêr - Koye bi awayekî pir baş berdewam dike."
Derbarê projeyên din de, Ebdulkerîm aşkere kir ku dîzayna rêya Koye - Dûkan bidawî bûye û di qonaxa amadekariyê de ye, daku radestî karsaz were kirin. Her wiha ji bo girêdana Hewlêrê bi Çarqurneyê ve, du bijarde hene; yek bi rêya tunela Heybet Siltan û ya din jî bi rêya Gomespanê re ber bi Simaqûlî ve.
Wezîrê Avedanî destnîşan kir, rêya Seyidsadiq - Helebce temam bûye û di demeke nêzîk de kar li ser du-sayda Seyidsadiq - Pênciwênê jî dest pê dike.
Dana Ebdulkerîm di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir, ji ber rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, niha giranî hîn bêtir li ser rêyên stratejîk ên navdewletî ye, lê projeyên din jî di planê de mane û li gorî budçeyê di wextê guncayî de dê werin destpêkirin.