Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya rêya Hewlêr - Gomespanê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Sibatê di merasîmeke taybet de, projeya rêya du-sayd a Hewlêr - Gomespanê bi fermî vedike û rê dikeve xizmeta welatiyan.

Karên çêkirina vê projeyê di demeke rekor de û di kêmtirî salekê de, bi rêjeya %100 bidawî hatin. Li gorî zanyariyên kompaniyê, proje ji 16 kîlometre rêya sereke ya du-sayd û 8 kîlometre rêyên xizmetguzariyê li çarrêyanan pêk tê. Rêya sereke bi şêwazeke nûjen û mîna standardên navdewletî hatiye dîzanykirin.

Rêya nû ji du aliyan pêk tê û her aliyek xwedî sê rêrewan (lane) e; du ji bo çûnûhatinê û yek jî ji bo rewşên awarte. Firehiya qîrê ya her aliyekî 10.75 metre ye.

Ji bo ku rê li ber barê giran ê barhilgiran xweragir be, bi sê qatên qîrê (bi stûriya 21 cm) hatiye raxistin. Herwiha di çarçoveya projeyê de, 5 pirên mezin, 1 binerê (underpass), 50 avrêjên (culvert) sandoqî yên bi qebareya cuda û dîwarên piştgiriyê, sîstema avrêjê û parastina her du aliyên rêyê hatine çêkirin.

Armanca sereke ya vê projeyê, girêdana rasterast a Hewlêrê bi herêma Gomespanê û gundên derdora wê ve ye. Ev rê dê qelebalixiya trafîkê kêm bike û rê li ber rûdanên çûnûhatinê bigire ku berê ji ber barhilgir û zêdebûna otomobîlan çêdibûn.

Di dîzayna nû de, hemû bilindahî û kêşeyên endezyarî yên rêya kevin hatine çareserkirin. Niha şofêr dikarin li seranserê rêyê bi leza 100 km/saetê bi ewlehî biçin û bên. Proje bi hemû nîşanên trafîkê û xêzkirina rêyan hatiye temamkirin daku silamehiya giştî ya welatiyan were parastin.