Mesrûr Barzanî: Rêya Hewlêr - Gomespanê li gorî standardên navdewletî hatiye cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybet de, projeya stratejîk a du-sayd (rêya çûnûhatinê) ya Hewlêr – Gomespanê bi fermî vekir û xiste xizmeta welatiyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Sibatê di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya vê projeyê ji bo binesaziya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr destnîşan kir, berê çûnûhatina li ser vê rêyê metirsîdar bû, lê niha bi çêkirina vê du-saydê (rêya dualî), ewlehiya jiyana welatiyan wekî giringiya sereke dê hîn bêtir parastî be.

Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Birêzan, amadebûyên hêja, berî her tiştî spas ji bo Xwedê ku derfet da me daku em karibin vê xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê hemû Kurdistanê bikin, bi taybetî xelkê bajarê Hewlêrê û Hewlêra delal û derdora wê.

Ez spasiyeke bêpayan pêşkêşî Kak Hemîn û Hemîn Grûpê dikim ku wekî her gav di demeke rekor de, bi awayekî pir bedew û bi standardên navdewletî, karîn vê projeya mezin cîbicî bikin û bixin xizmeta xelkê Kurdistanê.

Li vir ez bi taybetî dixwazim destxweşiyê li endezyarê jêhatî Kak Emîr û hemû karmend, endezyar û wan kesên ku di vê projeyê de kar kirine bikim. Ez destxweşiyê li we hemûyan dikim, destên we sax bin. Em pir dilxweş û serbilind in ku li Herêma Kurdistanê niha kompanîyên me yên wisa hene ku dikarin projeyên bi vî rengî yên mezin û bi vî astê bilind ava bikin. Înşellah nimûneya we zêde bibe.

Spasiya birêz Wezîr, Parêzgar û hemû berpirs û aliyên pêwendîdar dikim ku zehmetî kişandin û beşdar bûn di cîbicîkirin û temamkirina vê projeya mezin de. Ev projeyeke mezin e ku dikare di warê çûnûhatinê de xizmeta welatiyan bike; di heman demê de mijara ewlehiya welatiyan jî li ber çav hatiye girtin û bêguman dê welatî hîn bêtir parastî bin.

Me hemûyan li ser vê rêyê çûnûhatin kiriye. Tê bîra min gelek caran dema em di vir re dihatin Hewlêrê yan bi vê rêyê vedigeriyan, bi rastî rêyeke xeternak bû. Lê niha bi vî awayê ku ev rê hatiye çêkirin, hem welatî dikarin di demeke kurttir de serdana herêmên xwe yên bijare bikin, hem jî xelkê derdora Hewlêrê dikarin ji bo karên xwe bi hêsanî serdana Hewlêrê bikin. Ev proje dê hêsankariyê bike ji bo girêdana bajar û bajarokan bi hev re li seranserê Kurdistanê. Di vê qonaxê de bi taybetî li vir Hewlêrê bi Gomespan, Geliyê Simaqûlî û rêya Koye û Silêmaniyê ve girê dide. Ji aliyekî din ve, dê ev rê bi rêya Bestoreyê ve ber bi Hewlêrê ve jî berdewam be.

Li vê deverê gelek cihên geştiyariyê hene û hinek ji wan hatine destpêkirin û bûne cihên geştiyariyê; bi taybetî Bendava Gomespanê ku niha hatiye çêkirin. Berê jî rêyeke bi vî rengî li dora bendavê hatibû çêkirin ku ev yek hêsankariyeke mezin ji bo xelkê delal ê Kurdistan û Hewlêrê dike. Înşellah di vê werzê de, werza biharê ku em hêvî dikin werzeke xweş be û baraneke baş jî bariye, xelk bikaribe kêfê ji xweza û jîngeha bedew a Kurdistanê werbigire.

Daxwaziya min ji xelkê me ew e ku rênimayiyên trafîkê li ber çav bigirin û ji bo parastina jiyana xwe û ya welatiyên din, otomobîlan bi leza zêde neajon. Ez hêvî dikim hûn hemû serbilind bin, em jî karibin hîn bêtir xizmeta we ya birêz û delal bikin. Careke din li we hemûyan pîroz be, destxweş.