Omed Xoşnaw: Projeyên stratejîk ên Hewlêrê bi şiyanên navxweyî û berî dema xwe tên qedandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw vekirina rêya stratejîk a Hewlêr-Gomespanê wekî gaveke girîng ji bo kerta geştiyarî û veguhastinê binav kir û ragihand, ev rê ne tenê Hewlêr û Silêmaniyê bi hev ve girê dide, lê hêsankariyeke mezin ji bo çûnûhatina welatî û gundiyên deverê jî dabîn dike.

Omed Xoşnaw îro 24ê Sibatê di merasîma vekirina projeya du-sayd a Hewlêr-Gomespanê de, ji Kurdistan24ê re diyar kir, yek ji şanaziyên kabîneya 9emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku projeyên mezin niha bi şiyana kompaniyên navxweyî û endezyarên Kurd tên cîbicîkirin. Xoşnaw bal kişand ser wê yekê ku ev rê bi kalîteyeke bilind û li gorî standardên cîhanî hatiye çêkirin û di demeke kurt de bi dawî hatiye.

Derbarê astengiyan de, Omed Xoşnaw destnîşan kir ku tevî rewşa naxweş a darayî û birîna budçeyê ji aliyê Bexdayê ve, karwanê avadaniyê li Hewlêrê nesekiniye. Xoşnaw got: "Hewlêr wekî çaremîn bajarê herî mezin ê Iraqê, xwedî mafekî destûrî û yasayî ye di budçeya parêzgehan de (ku salane 250 heta 300 milyar dînar bûye), lê ji sala 2012an ve jê bêpar hatiye hiştin. Tevî vê yekê jî, bi îradeya hikûmetê projeyên me berdewam in."

Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çavdêrîkirina hûr a projeyan de û aşkere kir, Serokwezîr ne tenê li ser kalîteyê, lê li ser hûrgiliyên dîzaynê jî rênimayiyên taybet daye. Wekî mînak; di projeya Gomespanê de Serokwezîr tekez kiriye ku divê rê wisa be ku geştiyar karibin dîmena bendavê bibînin, lewma 60 metre ji çiyê hatiye birîn, daku ew dîmena ciwan ji bo welatiyan derkeve holê.

Xoşnaw mizgîniya du projeyên nû yên mezin jî da:

- Projeya Ava Koye: Bi budçeya 120 milyar dînarî razîbûna Serokwezîr hatiye girtin û niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye.

- Rêya Hewlêr – Pîrmam: Dîzayna nûjenkirina vê rêyê (ji Wezareta Pêşmerge heta pira Bestoreyê) temam bûye; proje çêkirina çendîn piran û firehkirina rêyê li xwe digire û bi dabînkirina budçeyê re dê dest pê bike.

Rêya Gomespan – Simaqûlî beşeke girîng a rêya Hewlêr û Silêmaniyê pêk tîne. Ev projeya stratejîk di bin zextên giran ên darayî de, bi piştbestina bi şiyana navxweyî, bi kalîteyeke bilind û di demeke rekor de kete xizmeta gelê Kurdistanê.