Agirîn Ebdila: Zêdetir ji 750 projeyên rêyan di kabîneya nehê de hatine çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Avedankirin û Xwecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, tenê di kabîneya nehê de bi nirxa yek trîlyon û 27 milyar dînaran projeyên rêyan hatine bicîhanîn.
Wekîlê Wezareta Avedankirin û Xwecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Agirîn Ebdila îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: Wezareta me di çarçoveya karnameya kabîneya nehê de girîngiyeka mezin daye sektora rêyan, û ji destpêka kabîneya nehê heta dawiya sala 2025ê, zêdetir ji 750 projeyên cuda cuda di warê rêyan de hatine çêkirin.
Wekîlê Wezareta Avedankirin û Xwecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: Ew proje bi nirxa yek trîlyon û 27 milyar dînaran hatine bicîhanîn û li ber xizmeta welatiyan hatine danan, ku du hezar û 799 kîlometre ne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) projeya stratejîk a rêya dualî ya Hewler-Gomespanê li ber şofêr û welatiyan vekir û ragihand ku, ew proje dê hêsankariyeka zêde ji bo hatin û çûnê û bihevregirêdana bajar û bajarkên Kurdistanê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de di merasîma vekirina wê projeyê de jî destnîşan kir: Pêştir hatin û çûna li ser vê rêyê xeter bû, lê niha bi çêkirina vê rêya dualî, canê welatiyan li rêza yekê dê parastîtir be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: Ev rê dê hêsankariyê bike ku welatî di demeka kêmtir de bigihîjin cihan, herwesa girîngiyeka zêde heye ku Hewlêrê bi Gomespan, Geliyê Simaquliyê, Koye û Silêmaniyê ve girê bide, û ji aliyekê din ve jî ji bo vegera ji Hewlêrê bi rêya Bestoreyê.