Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê hikûmeta federal pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê li gorî rêjeya 14.1 ya şêniyên Iraqê bişîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Di civîna îro ya Encûmena Wezîran de, dema rêjeya 20% ya lêborîna ji bo zêdegaviyên timbêlan ji bo şeş mehên din hat dirêjkirin û herwesa Wezareta Pêşmerge û aliyên din ên peywendîdar jî hatin erkdarkirin ku, li gorî komnivîsa hevpar a pejirandî karên pêdivî li ser pêngavên vê dawiyê yên bicihanîna reformên Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hemî hêzên Pêşmergeyan di nav Wezareta Pêşmerge de bikin.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka wê civînê de, helwesta herî dawiyê ya li ser rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û xerckirina mûçeyên meha Sibatê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê û şopandina encamên civîna dawiyê ya tîma hevpar a her du dîwanên çavdêriya darayî yên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser pabendbûna darayî ya her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê li hember hev, ji aliyê Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab û endamên din ên şanda danûstandinan ve hat eşkerekirin.
Encûmena Wezîran tekez jî kir ku, divê hikûmeta federal ne tenê mûçe û mafên darayî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê, belkî pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê jî di nav budceya giştî ya federal de li gorî rêjeya 14.1 a şêniyên Iraqê bişîne, xasma jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe ya petrol û darayî bi tevahî bi cîh aniye û lîsteya mûçeyan û terazûya pêdaçûna mehane jî ji aliyê Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê kêmasî pêşkêşî Wezareta Darayî ya Federal hatiye kirin. Di derheqa pabendbûna bi şandina 120 milyar dînaran ji bo meha Sibatê de jî, Encûmena Wezîran tekez kir ku şandina vî pereyî berî her xerciyeke din girîng e, da ku ji bo Wezareta Darayî ya Iraqê tu hincetek nemîne ku xerckirina mûçeyên meha Sibatê û yên mehên din jî dereng bixe.
Di pareka din a nîqaşên li ser vê xalê de, encama civîna hevpar a her du dîwanên çavdêriya darayî li Bexdayê li roja 2026/2/23ê li ser pabendbûnên darayî yên her du hikûmetan û hemî belge û bingehên destûrî, qanûnî û darayî jî yên ku piştgiriyê didin mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hatin ronkirin.
Di para duyê de jî, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl raportek li ser pêngavên vê dawiyê yên bicihanîna reformên Wezareta Pêşmerge û rêxistina hemî hêzên Pêşmergeyan di nav Wezareta Pêşmerge de û kurteya komnivîsa îmzekirî ya hevpar a aliyên peywendîdar li ser destnîşankirina taybetmendî, erk û desthilatên deveran pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran destxweşî li serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û komîteyên hevpar kir û ev pêngav ji aliyê rêkxistina hemî hêzan di çarçoveya Wezareta Pêşmerge û diyarkirina desthilata fermandariyê ya deveran û pêkhateya nû ya hêzên Pêşmergeyan wekî pêngaveke girîng û dîrokî wesif kir. Encûmena Wezîran herwesa spasiya hevparên navneteweyî jî kir, ku alîkarî û piştgiriya vê pêvajoyê kir. Encûmena Wezîran Wezareta Pêşmerge û aliyên peywendîdar jî erkdar kirin ku, li gorî komnivîsa hevpar a pejirandî karên pêdivî bikin.
Di para sêyê û dawiyê de, Encûmena Wezîran pêşniyareka Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed nîqaş kir, ji bo dirêjkirina dema karkirinê bi biryara berê ya Encûmena Wezîran li ser lêborîna bi rêjeya 20% ya cezayên zêdegaviyên trafîkê ji bo dema şeş mehên din, anko heta 2026/6/3. Encûmena Wezîran pêşniyara wî pejirand û rêjeya lêborîna ji cezayên zêdegaviyên trafîkê ji bo dema şeş mehên din dirêj kir.