Nêçîrvan Barzanî: Raporta Parlamentoya Tirkiyeyê bo aştiyê pêngaveke girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê raporta Komîteya Yekîtîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşwazî dike û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo her bizav û pêngaveke çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane û pêkvejiyanê tekez dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) peyamek parve kir û tê de amaje da ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî raporta Komîteya Yekîtîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşwazî dike û wê raportê ji bo aştî û çareseriyê wekî pêngaveke girîng û arasteyeke rast dibîne.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: Pêşvebirina zimanê siyaset û diyalogê û pabendbûna bi çareseriya aştiyane ji bo avakirina tenahiya herdemî bingehên sereke ne, ku feydeyî dide tevahiya deverê.
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da: Em li Herêma Kurdistanê wekî her car piştgirî û hevkariya xwe ji bo her bizav û pêngavekê, ku armanc jê çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan be û asoyekê nû ji bo biratî û pêkvejiyanê veke, tekez dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî jî dike ku, di Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo zêdetir xurtkirina baweriyê û bidestxistina wê aştiya ku her kes hêvî dike zêdetir pêngav bên avêtin.