Oman û Îranê pêşniyarên nû yên derbarê rêkeftina atomî de gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Omanê îro 26ê Sibatê ragihand, wan ligel Komara Îslamî ya Îranê çendîn pêşniyarên nû yên derbarê rêkeftina atomî gotûbêj kirine.
Oman, ku wek navbeynkareke sereke di navbera Îran û welatên Rojavayî de tê dîtin, aşkere kir ku hewildanên wan ji bo dîtina bingehekî hevpar berdewam in. Wezareta Derve ya wî welatî got: "Me bi giringî ligel aliyê Îranî pêşniyarên taybet ên derbarê rêkeftina atomî de nirxandin."
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, Oman dê piştgiriya pêvajoya dîplomasiyê berdewam bike, daku nêrînên Amerîka û Îranê nêzîkî hev bike. Armanca sereke ya van hewildanan gihîştina rêkeftineke dawî ye ku aramiya herêmê biparêze.
Ev liv û tevgera nû ya dîplomatîk a Omanê di demekê de ye, çavdêrên siyasî li benda pêngavên pratîkî yên navbera Tehran û Washingtonê ne, bi armanca ku kêşeyên hilawistî yên derbarê bernameya atomî ya Îranê de werin çareserkirin.