Encûmena Elewî: Li Sûriyeyê li dijî me siyasetên kuştina sîstematîk tê meşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriye û Derveyî Welat, bi daxuyaniyekê "siyasetên tirsandinê û kuştina sîstematîk" a li dijî welatiyên Elewî şermezar kir. Encûmenê desthilata niha û komên çekdar ên pê ve girêdayî tohmetbar kirin ku li herêmên peravê û parêzgeha Humsê binpêkirinên giran dikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, desthilat hinceta "bermayiyên rejîmê" bikar tîne, daku kuştin û tirsandina Elewiyan rewa bike. Encumenê ev yek red kir û got: "Di sala borî de ti belgeyek nehat dîtin ku li navçeyên Elewî-nişîn 'bermayî' hebin. Berevajî vê, xelkê Elewî her gav bi awayekî sivîl û aştiyane, bi xwepêşandan û mangirtinan daxwaza mafên xwe yên rewa kirine."
Encûmenê bal kişand ser zêdebûna fişar û provokasyonên li dijî Elewiyan, bi taybetî rûdanên dawî yên li gundewarê bajarê Cebleyê. Hat aşkere kirin ku desthilat zextê li malbatên qurbaniyan dike, daku îfadeyên xwe biguherînin û rastiyê veşêrin.
Daxwaza sîstema federalî û nenavendî
Encûmena Bilind a Elewî bang li civaka navdewletî û welatên pêwendîdar kir ku fişarên xwe li ser desthilatê zêde bikin û daxwaza çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryarên NY yên 2254 û 2799 kir û ev xalên li jêr destnîşan kirin:
1- Amadekirina Destûreke Federal û nenavendî.
2- Pêkanîna hikûmeteke federal û niştimanî ya rastîn.
3- Encamdana hilbijartinên azad di bin çavdêriya navdewletî de, daku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û parastina rûmeta wan were mîsogerkirin.