Aliyên Kurdî li ser Xaneqînê civiyan: Pîlaneke metirsîdar a erebkirinê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hewlêrê îro partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên li sînorê qezaya Xaneqînê civiyan. Armanca civînê, gotûbêjkirina wan guhertinên îdarî û coxrafî bû, ku li navçeyên Kurdistanî yên li sînorê parêzgeha Diyaleyê (navçeyên madeya 140) tên kirin.

Kargêrê Melbendê Sosyalîst li Xaneqînê Nejmedîn Ehmed îro 26ê Sibatê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Pîlaneke metirsîdar di rojevê de ye, daku sînorê îdarî yê qezaya Xaneqînê were biçûkkirin. Tiştê ku niha tê kirin, berdewamiya wê siyaseta erebkirinê ye ku di dema rejîma berê de dest pê kiribû."

Ehmed aşkere kir, hewildan hene daku nahiyeyên mîna Qeretepe û Gulale bikin "qeza" û nahiyeya Sediyê û çendîn gundên derdora Xaneqînê ji vê qezayê qut bikin. Li gorî daxuyaniyê, ev gav dê bibe sedem ku Xaneqîn wekî navendeke giring a Kurdî li herêmê were lawazkirin û sînorê wê tenê di navenda bajêr de were tengkirin.

Aliyên siyasî yên Xaneqînê tekez dikin, li gorî Destûra Iraqê û Madeya 140, nabe ti guhertineke îdarî di van navçeyan de were kirin, heta ku kêşeya wan bi temamî tên yekalîkirin. Nejmedîn Ehmed got: "Ev biryar neyasayî ne û binpêkirina aşkere ya destûrê ne."

Di civînê de, partiyên Xaneqînê daxwaz ji Serokkomarê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêmê û hemû serkirdeyên siyasî kirin ku bikevin nav tevgerê. Wan daxwaz kir ku bi rêya Dadgeha Federal tana (îtiraz) li van biryaran were girtin û rê li ber cîbicîkirina wan were girtin.

Di dawiyê de, giringiya "yekrêziya aliyên Kurdî" li hemû navçeyên cihê nakokiyê (Xaneqîn, Kerkûk, Xurmatû û Deşta Neynewayê) hate destnîşankirin. Beşdaran tekez kirin ku tenê bi yekdengiyê dikarin li ber van "pîlanên nû yên erebkirinê" bisekinin ku dixwazin demografiya herêmê biguherînin.