Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê dibistan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserê Tirkiyeyê û bi taybetî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê, barîna berfê, qeşa û sermayê bandoreke neyênî li jiyana rojane dike. Ji ber xirabiya keşûhewayê, li parêzgehên mîna Erzirom, Ezirgan, Dersim û Çewligê îro 26ê Sibatê perwerde hate rawestandin.
Li gorî daxuyaniyên parêzgarî û qaymaqamiyan, rewşa dawî ya perwerdeyê û destûrên îdarî li van parêzgehan bi vî rengî ne:
Erzirom
Li navçeyên Ezîziye, Palandoken, Yakutiye, Aşqele, Tekman, Qereyazî û Xinûsê li hemû dibistanan rojekê navber hate dayîn. Li navçeya Xorasênê jî tenê perwerdeya bi veguhestin hate sekinandin. Her wiha li Aşqele, Tekman, Qereyazî û Xinûsê karmendên ducanî û kêmendam di destûra îdarî de hatin hesibandin.
Ezirgan
Parêzgariya Ezirganê ragihand, ji ber metirsiya qeşayê, li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet, îro perwerde hatiye rawestandin. Karmendên ducanî, kêmendam, nexweşên kronîk û dayikên ku zarokên wan di destûrê de ne.
Dersim
Li navçeyên Pulur, Qisle û Pilemûrî perwerde bi temamî hate sekinandin. Li navçeya Xozatê jî tenê ji bo dibistanên bi veguhestin navber hate dayîn. Karmendên kêmendam û ducanî yên li van navçeyan jî di destûra îdarî de ne.
Çewlig
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ji ber barîna berfê ya zêde û metirsiya qeşayê, li hemû dibistanan rojekê navber hate dayîn. Karmendên taybet (ducanî, kêmendam û hwd.) jî di destûra îdarî de ne.
Meletî
Li navçeya Erebgirê ji ber bager û qeşayê, tenê ji bo xwendekarên perwerdeya bi veguhestin dibistan hatin girtin.
Li van hemû parêzgehan, rayedaran hişyarî dan welatiyan ku li hember cemidîn û astengiyên çûnûhatinê baldar bin.