Li Pakistanê nêzîkî 20 polîs û welatiyên sivîl hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Pakistanê ragihand, di encama şepêleke nû ya êrîşên çekdarî de li navçeyên sînorî yên bakur-rojavayê welêt, di nava du rojên borî de nêzîkî 20 kes hatine kuştin. Di bersiva artêşê de jî bi dehan çekdar hatine jinavbirin.

Berpirsekî bilind ê polîsê Pakistanê ji ajansa AFPê re ragihand, di nava 48 saetên dawî de, li çendîn navçeyên cuda yên eyaleta "Xeyber Paxtunxwa", di encama êrîşên terorîstî de 15 polîs û 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat aşkere kirin ku du efserên polîs ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li hember van êrîşan, artêşa Pakistanê ragihand, tîmên wan 4 operasyonên cuda yên bersivdayînê li herêmê encam dane. Di encama van operasyonan de, 26 çekdar hatine kuştin. Ev pevçûn di demekê de ne ku berî çend rojan li ser xeta sînorî şerekî giran di navbera hêzên Pakistan û Afxanistanê de derketibû.

Grûpa çekdar a Talîbanê Pakistanê (TTP) berpirsyariya piraniya êrîşên dawî girtiye ser xwe. Piştî ku Talîban di sala 2021an de li Afxanistanê hat ser desthilatê, çalakiyên çekdarî yên TTPê li navxweyî Pakistanê bi awayekî berçav zêde bûne.

Hikûmeta Pakistanê bi fermî Talîbanê Afxanistanê tohmetbar dike ku axa xwe ji bo van grûpan amade dike, daku êrîşî Pakistanê bikin. Tevî ku Kabul van tohmetan red dike jî, artêşa Pakistanê gelek caran bingehên çekdaran li nava axa Afxanistanê topbaran kirine.