Fehmî Burhan: Hewldanên li Xaneqînê, berdewamiya siyaseta erebkirinê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê ligel nûnerên hemû partî û aliyên siyasî yên sînorê parêzgeha Diyale û qezaya Xaneqînê civiya. Piştî civînê, di konferanseke rojnamevaniyê de helwesta fermî ya aliyên Kurdistannî li dijî guhertinên îdarî yên dawî hate ragihandin.
Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan îro 26ê Sibatê ragihand: "Ew hewldanên ku dixwazin nahiyeyan veguherînin qezayan û wan ji Xaneqînê qut bikin, berdewamiya wê siyaseta erebkirinê ye ku berê li herêmê dihat meşandin. Ev pêngaveke ne-destûrî ye û li dijî bingehên Madeya 140 a Destûra Iraqê ye."
Fehmî Burhan tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî piştgiriya xelkê Xaneqînê dikin û rê nadin ku destkarî di demografya û nexşeya îdarî ya herêmê de were kirin. Burhan aşkere kir jî, ew ê bi nivîseke fermî serî li Parlemantoya Iraqê, Hikûmeta Federal û Dadgeha Federal bidin daku tana (îtiraz) li van biryaran bikin.
Ji aliyekî din ve, nûnerên aliyên siyasî yên Xaneqînê destnîşan kirin ku kesên niha li Bexda û Diyaleyê van biryaran didin, dixwazin "siyaseta rejîma berê" bi kincên nû li dijî Kurdan cîbicî bikin. Herwiha hişyarî da ku ev guhertinên îdarî dê bandoreke neyênî li ser pêvajoya serjimêriya dahatû bikin, bi armanca ku hejmara Kurdan li wan navçeyan kêm nîşan bidin.
Di dawiya konferansê de, bang li hemû wezîr, parlementerên Kurd û Serokkomarê Iraqê hate kirin ku li Bexdayê bi yek dengî li dijî vê zilmê bisekinin. Beşdarên civînê hişyarî da ku ev metirsî ne tenê li ser Xaneqînê ye, lê heke ev pîlan li wir biser bikeve, dê di paşerojê de Kerkûk, Şingal û navçeyên din jî bikevin ber heman metirsiyê.