Ji niha û pê de Ala Kurdistanê dê di palewaniyên navdewletî de were hildan
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Werzişê ya Kurdistanê ragihand, Kurdistan bi fermî bûye endama Federasyona Navdewletî ya Minifutbolê (WMF). Bi vê biryarê, ji vir şûnde tîma niştimanî ya Kurdistanê dê bi navê "Kurdistan" û di bin sîwana Ala Kurdistanê de beşdarî hemû palewanî û şampiyonayên cîhanî bibe.
Ev serkeftina werzişî piştî wê yekê hat, di meha Îlona sala borî de, bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, "Kûpa Cîhanî ya Minifutbola Jinan" li Hewlêrê bi serkeftî hat lidarxistin. Piştî dîtina jêhatîbûn û amadekariyên Kurdistanê, Federasyona Navdewletî ya Minifutbolê daxwaza endamtiyê ya Kurdistanê qebûl kir.
Roja 22ê Îlona sala borî, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lîstika fînalê ya mondaîla minifutbolê ya jinan li Hewlêrê hat encamdan. Di wê lîstikê de tîma jinan a Misrê bi lêdanên penaltiyê li tîma Brezîlyayê biribû û bûbû şampiyon. Kurdistan24ê wekî sponserê medyayî hemû lîstik bi awayekî zindî bo cîhanê veguhastibûn.
Serokê Federasyona Navdewletî ya Minifutbolê Mihemed Doserî di merasîma vekirina wê lehengiyê de destnîşan kiribû, ji ber ewlehî û aramiya mînak a li Herêma Kurdistanê, wan biryar daye ku vê şampiyonaya cîhanî bînin Hewlêrê.
Bi vê endamtiya nû, Kurdistan êdî mîna welatên din ên cîhanê xwedî pêgeheke fermî ye di vê qada werzişî de û ev gav wekî destkeftiyeke giring ji bo dîplomasiya werzişî ya Kurdistanê tê hejmartin.