Tirkiye: Em çalakiyên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê dişopînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku, wezareta wan bi hevahengiya hemî aliyên peywendîdar ên navxweyî yên Tirkiyeyê çalakiyên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê dişopîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk îro (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) di derheqa vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê de got: Mimkin e ku tevlîbûna Sûriyeyê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê wekî endama 90ê û zêdebûna hejmona Hikûmeta Sûriyeyê li wî welatî bandor li ser wê yekê hebûbe ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê ji nû ve binirxîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê herwesa got: Em ji nêz ve û bi hevahengiya aliyên peywendîdar ên dewleta xwe çalakiyên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê û hemî guhertinên deverê dişopînin.

Ev daxuyanî di demekê de ne ku, hêzên Amerîkayê ji bingeha Qesirkê ya bakurê rojavayê Hesekeyê ber bi Herêma Kurdistanê ve vekişîn. Ev vekişîn jî wekî parek ji planeke berfirehtir a Amerîkayê ji bo derkeftina ji Sûriyeyê ye, ku pêştir jî çend bingeh li Şedadî, Tenef û Dêrazorê vala kirine.

Pêştir rayedarên Amerîkayê tekez kiribû ku, Waşinton plan dike ku hemî hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, ku hejmara wan nêzî hezar leşkeran e.