Projeya Ronakî digihîje bajarê Koyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî, biryar hate girtin ku qezaya Koye ji 28ê vê mehê ve bi fermî bikeve nav "Projeya Ronakî".
Qaymeqamê Koye Tariq Heyderî îro 26ê Sibata 2026an ji Kurdistan24ê re aşkere kir, ji roja Şemiyê 28ê Sibatê ve, navçeya Koye bi fermî dibe xwedî elektrîka 24 saetî.
Ev pêngav wekî berdewamiya plana stratejîk a Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê dîtin. Serokwezîr Barzanî berê di dema ragihandina platforma "e-Psule" de destnîşan kiribû ku armanca wan ew e heta dawiya sala 2026an, li hemû Herêma Kurdistanê elektrîka 24 saetî were dabînkirin û hemû navçe û bajarok bikevin bin sîwana Projeya Ronakî.
Ji aliyekî din ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankariya welatiyan biryareke nû ya handanê da. Li gorî vê biryarê, heta 12ê Adara 2026an, her welatiyê ku bi rêya platforma "e-Psule" diravê elektrîkê bide – çi deynên kevin bin yan jî yên Projeya Ronakî bin – dê %20 daxistin ji bo wan were kirin.