Îsraîlê dest bi êrîşkirina li ser Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Îsraîlê êrîşên xwe yên asmanî li dijî Îranê dan destpêkirin. Çavkaniyên medyayê jî dibêjin ku, ew êrîş bi hevpariya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê tên kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand: Me li serê sibeha îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) êrîşeke pêşwext li dijî Îranê da destpêkirin û me hejmareke êrîşên asmanî kir ser Tehrana paytexta wê.
Her çend rayedarên Waşintonê tu tiştek bi rengekê fermî li ser wan êrîşan ranegihandibe jî; lê medyaya Îsraîlê eşkere kiriye ku ew êrîş bi hevpariya Amerîkayê tên kirin.
Di heman demê de, medyaya Îranê belav kiriye ku dengê teqînên nû li navenda Tehrana paytexta Îranê tê bihîstin û ji sibehê ve gelek cihên cuda cuda hatine bombebarankirin.
Kanala 12ê ya Îsraîlê jî ragihand ku, êrîşên asmanî li ser bi dehan cihên leşkerî yên Îranê hatine kirin. Her li gorî wê çavkaniyê, Îsraîlê asmanê xwe bi tevahî daxistiye û gelek şîrketên xetên asmanî geştên xwe ji bo Televîvê hilweşandine.
Hikûmeta Îsraîlê rewşa awarte li nav welatê xwe ragihandiye û dewama dibistan û navendên xwendinê rawestandiye. Ji ber vê rewşê, tevgera hatin û çûnê ya welatiyan li hin deverên Îsraîlê hatiye sînordarkirin.