Trump operasyona leşkerî li dijî Îranê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) di peyameka vîdyoyî de ragihand ku, hêzên wan operasyoneke leşkerî ya berfireh li hundirê Îranê daye destpêkirin.
Donald Trump amaje jî da ku, armanca sereke ya êrîşên wan ên asmanî berevanîkirina ji gelê Amerîkayê ye, bi rêya jiholêrakirina wan gefên nêzîk ên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin.
Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku, Amerîka dê şiyanên mûşekî yên Îranê bi tevahî hilweşîne û dê rêyê li ber wan bigire ku tu mûşekên nû çê bike. Tekez jî kir ku, bi tu awayan nabe Îran bibe xwediya çekê atomî.
Trump di pareke din a gotinên xwe de ron jî kir: Çalakiyên wekî gefan ên Îranê xeter xistiye ser Amerîkayê, hêzên me, bingehên me yên li derveyî welat û hevalbendên me li çaraliyê cîhanê.
Navbirî herwesa got: Îran berpirsiyarê gelek êrîşên li ser berjewendiyên Amerîkayê li deverê ye û herwesa kampanyayeke xwînî ya bêdawî ya komkujiyê li dijî Amerîkayê, hêzên me û xelkê bêguneh li gelek welatan daye destpêkirin.
Serokê Amerîkayê bi tundî êrîşî sîstema desthilatdariyê ya Îranê kir û ew wekî komeke xirabkar a mirovên dilreq û xirab binav kir. Eşkere jî kir ku, rejîma Îranê di dema 47 salên borî de berdewam drûşmên wekî mirin ji bo Amerîkayê gotine, herwesa vê rejîmê bi dehan hezar kes ji gelê xwe kuştine.
Trump herwesa bal kişand ser bizavên Tehranê ji bo pêşxistina çekan û ron jî kir: Îranê bizav kiriye ku bernameya xwe ya atomî ji nû ve ava bike û mûşekên dûravêj pêş bixe, ji bo çêkirina gefan li ser hevalbendên me li Ewropayê û hêzên me li derve. Eşkere jî kir ku, Îranê bizav kiriye ku pêşxistina mûşekên dûravêj berdewam bike û dibe ku di demeke nêzîk de bigihîjin nav axa Amerîkayê.
Navbirî herwesa got: Bifikirin ka ev rejîm dê çiqas wêrek bûya, ger bi rastî bûba xwediya çekên atomî wekî alavek ji bo gihandina peyamên xwe.
Serokê Amerîkayê li ser pêngavên leşkerî li dijî hêzên girêdayî Îranê tekez kir: Em dê keştîyên deryayî yên Îranê bi tevahî wêran bikin. Herwesa got: Em piştrastiyê didin ku, komên terorîstî yên girêdayî Îranê nikarin deverê û cîhanê têk bidin û êrîşî hêzên me bikin.
Trump di peyamekê de ji bo hêzên çekdar ên Îranê ragihand: Endamên Pasdaran, hêzên çekdar û polîs dê parêzbendiya bi tevahî werbigirin, ger çekên xwe deynin. Lê di eynî demê de gefeke rasterast kir û got: Wekî din, ew dê rûbirûyî mirinê bibin.
Navbirî herwesa peyameke rasterast ji gelê Îranê re şand û ji wan xwest ku li malên xwe bimînin. Herwesa got: Divê Îranî li malên xwe bimînin û dernekevin, ji ber ku rewş li derve pir xeter e. Li gel vê haydariyê jî, wî mizgîniya "nêzîkbûna saeta azadiyê” jî da wan.
Serokê Amerîkayê li dawiyê û ji bo piştrastkirina aliyê Amerîkayî tekez li ser şiyana hêzên welatê xwe kir û got: Em piştrast in ku jin û mêrên hêzên çekdar ên Amerîkayê dê bi ser bikevin.