Dengê teqînan li Kuweyt, Mename û Ebûzebiyê hat bihîstin

Behreyn
Behreyn

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî destpêkirina êrîşa Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê, îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) li bajarên Kuweyt, Mename û Ebûzebiyê dengê teqînan hat bihîstin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand: Me li serê sibeha îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) êrîşeke pêşwext li dijî Îranê da destpêkirin û me gelek cihên serbazî û dezgehên hikûmetê kirine armanc.

Her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn bi rengekê fermî ranegihandiye ka ew ew tevlî wê êrîşê bûne an na, lê hejmareke berpirsên Waşintonê ji medyaya welatê xwe re ragihandiye ku, ew êrîş bi hevparî di navbera Îsraîl û Amerîkayê de tên kirin.

Li gorî medyaya Îranê, ji sibeha îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) ve gelek cihên leşkerî û sivîl li Tehrana paytext û bajarên Esfehan, Qum, Kerec û Tebrîzê hatine armanckirin. Behsa wê yekê jî tê kirin ku, Balafirxaneya Navneteweyî ya Tehranê jî hatiye bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyên medyayê, heta niha gelek berpirsên payebilind ên leşkerên artêşa Pasdaran hatine armanckirin, lê Îranê bi rengekê fermî kuştina tu berpirs û fermandarên xwe yên leşkerî ranegihandiye.

Di bersiva wan êrîşan de, Îranê asmanê xwe bi tevahî li ber geştên asmanî daxist û Borseya Tehranê jî hatiye daxistin.

Berpirsekî Îranê jî ji ajansa Reutersê ya nûçeyan re ragihandiye ku, Îran ji bo bersiveke wêranker xwe amade dike û tenê ew dê ser biqedînin.

Herwesa medyaya Îsraîlê jî ragihandiye ku, tevahiya asmanê wî welatî hatiye daxistin û hemî geştên asmanî yên çûn û hatinê ji bo Îsraîlê hatine hilweşandin. Berpirsên wî welatî jî rewşa awarte ragihandiye û dewama hikûmetê, navendên xwendinê daxistine û ji welatiyan xwestiye ku ji malên xwe dernekevin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, ew êrîş ku li serê sibeha îro li dijî Îranê hatine kirin qonaxa yekê bû û êrîşên asmanî dê bi çend qonaxên din berdewam bin û tê payîn ku ji bo dema 48 saetan berdewam bin.