Bingehên Heşda Şeibî hatin bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şer hejmareke bingehên Heşda Şeibî li devera "Curf Sexr"ê a Babilê kirin armanc.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Seyf Elî ragihand ku, balafirên şer îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) li devera "Curf Sexr"ê a Babilê hejmareke cihên Heşda Şeibî kir armanc.

Li gorî medyaya nêzîkî Heşda Şeibî jî, ew êrîş ji aliyê balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê ve hatine kirin û du çekdar hatine kuştin.

Ev êrîş di demekê de ye, Îsraîl û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê sibeha îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) operasyoneke hevpar a leşkerî ya asmanî li dijî Îranê da destpêkirin. Heta niha bi dehan cihên leşkerî û dezgehên hikûmetê li Tehranê û bajarên din ên Îranê hatine armanckirin.

Curf Sexr ne tenê li Babilê, belkî li seranserê Iraqê cihê herî girîng û hestyar ê Heşda Şeibî ye. Piştî kontrolkirina wê li sala 2014ê ji destê DAIŞê, ev dever bûye devereke leşkerî ya girtî.

Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan dikin ku, koma “Ketîbeyên Hizbullahê” li wê deverê serdest e. Li gorî raportên navneteweyî, gelek bingehên nihênî, kargehên çêkirina dronan, embarên mûşekan û çekên pêşketî li Curf Sexrê hene û wekî bingeheke mezin a perwerdehiyê têbikaranîn.