Êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Îranê êrîşeke mûşekî li ser Îsraîlê da destpêkirin û li Îsraîlê zenga haydarkirinê hat lêdan.
Artêşa Îsraîlê berî nîvroya îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, Îranê bi dehan mûşek avêtine Televîvê û wan ji bo rûbirûbûna gefa mûşekî ya Îranê pergalên berevaniyê aktîf kirine.
Li gel wê êrîşê, Fermandariya Eniya Navxweyî ya Îsraîlê ragihand ku, li deverên berfireh ên bakurê Îsraîlê zenga haydarkirinê tê lêdan, û daxwazeke bilez ji şêniyên wan deveran kiriye ku, ji bo parastina canê xwe tavilê biçin nav penagehan.
Li gorî medyaya Îranê jî, 30 mûşek ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin.