Fuad Hisên bo Ebas Iraqçî: Em tenê êrîşî bingehên leşkerî yên Amerîkayê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên re kir û jê re got ku, mafê Îranê heye ku berevaniyê ji xwe bike.
Di wê peywendiya telefonê de, Wezîrê Derve yê Îranê behsa guhertinên rewşa leşkerî ya Îranê kir, ku serê vê sibehê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve rastî êrîşê hat. Tekez jî kir ku, welatê wî dê berdewam berevaniyê ji xwe bike.
İraqçî herwesa got ku, Îran wekî bersivekê bingehên leşkerî yên Amerîkayê li deverê dike armanc, ku ew vê yekê jî wekî mafê xwe dibîne ku berevaniyê ji xwe bike. Ron jî kir ku, ev êrîş welatên ku têkildar bûne nakin armanc, belkî tenê di cihên leşkerî de sînordar bûne.
Fuad Hisên jî helwesta neguher a Iraqê li dijî kiryarên leşkerî tekez kir û got ku, şer nikare ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe sedemek. Herwesa got: Danûstandin û kêmkirina tundûtûjiyê nûnerîtiya rêya herî baş a çareserkirina krîzan dike, bi awayekî ku ewlehî û tenahiya deverê biparêze.