Erdogan: Em naxwazin şerekî nû li herêma me derkeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a "Tasnim" belav kir, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di dema vegera ji Misrê de ragihand: "Em naxwazin şerekî nû li herêma me rû bide, min her tim û bi zelalî ev yek gotiye."

Ajansa nûçeyan a "Tasnim" ragihand, Recep Tayyip Erdogan tekezî li ser giringiya encamdana danûstandinan di navbera Washington û Tehranê de kiriye, ji bo kêmkirina rageşiyan. Herwiha hêvî xwest ku kêşe bi rêya diyalogê werin çareserkirin û ti pevçûneke nû li herêmê dernekeve.

Derbarê kerta Xezzeyê de, Erdogan got: "Em dixwazin birayên me yên Filîstînî li Xezzeyê xwedî jiyaneke şayiste û aştiyeke herdemî bin. Em piştgiriya çespandina aştiyê li ser erdê dikin, ne tenê li ser kaxezê."

Herwiha destnîşan kir jî, êrîşên berdewam ên Îsraîlê û binpêkirina agirbestê li Xezzeyê nayên qebûlkirin. Erdogan bang li civaka navdewletî kir jî, zextê li Îsraîlê bikin da ku pabendî rêkeftina xwe ya ligel Hemasê bibe.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand, ew ji ber pêşhatên dawî yên li herêmê nîgeran in. Herwiha diyar kir ku rûdanên bi êrîşa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê dest pê kirine û armancgirtina welatên din ji aliyê Îranê ve, metirsî ye li ser paşeroja navçeyê û aramiya cîhanê.

Wezaretê di daxuyaniyekê de tekez kir, hemû ew karên binpêkirina yasayên navdewletî dikin û gefê li jiyana sivîlên bêguneh dixwin, cihê nîgeraniyê ne. Herwiha hewildanên ku dibin sedema zêdebûna tundûtûjiyê şermezar kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku êrîşan yekser rawestînin.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê tekez kir, divê kêşeyên navçeyê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin û ragihand, Tirkiye amade ye piştgiriya pêwîst di çarçoveya navbeynkariyê de pêşkêş bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî, ewlehiya welatiyên Tirkiyeyê yên li wan welatan niştecih in, karê wan ê pêşîne ye û hemû rêkarên pêwîst di vê derbarê de hatine girtin.

Serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê dest bi operasyoneke bi navê "Nerreya Şêr" kir. Di wê demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî "operasyoneke serbazî ya berfireh" li Îranê daye destpêkirin.

Trump di dema ragihandina êrîşê de got, welatê wî dê bernameya mûşekî ya Îranê ji nav bibe, pîşesaziya mûşekî û hêza deryayî ya wî welatî têk bibe.

Hevdem jî Îsraîlê rewşa awarte ya taybet û yekser li seranserê welat ragihand.

Ji aliyê din ve, Îranê gefa bersiveke tund li dijî Îsraîl û bingehên Amerîkayê yên li herêmê xwar û çendîn mûşek û dron arasteyî welatên herêmê kirin.