Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Hemîd Mecîd Mûsa peyameke sersaxiyê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên rehmetî Hemîd Mecîd Mûsa, heval û dostên wî û serokatî û endamên Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê dike.

Serok Barzanî îro 28ê Sibatê peyameke hevxemiyê belav kir û tê de diyar kir: "Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê dêrîn ê Iraqê û Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Iraqê Hemîd Mecîd Mûsa wergirt."

Serok Barzanî got jî: "Hemîd Mecîd Mûsa roleke çalak di xebata gelên Iraqê ya li dijî dîktatorî û zordariyê û ji bo gihîştina bi azadî û demokrasiyê de lîstiye. Ew yek ji wan kesayetiyên siyasî yên Iraqê bû ku her tim hevxem û piştgirê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû."

Di peyamê de hat gotin: "Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên rehmetî Hemîd Mecîd Mûsa, heval û dostên wî, serokatî û endamên Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê re dixwazin û xwe bi hevparê xema wan dizanin."

Serok Barzanî herwiha dibêje: "Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan."