Elî Larîcanî: Em ê Amerîka û Îsraîlê poşman bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li ser tora civakî "X" peyameke hişyariyê ya kurt belav kir û nivîsî: "Em ê sûcdarên bêşerm ên Îsraîl û Amerîkayê poşman bikin."

Larîcanî di peyama xwe de herwiha dibêje: "Serserên wêrek û gelê mezin ê Îranê, dê derseke ji bîr neçê bidin zordarên navdewletî yên ku tîyê şer in."

Serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, hêzên Amerîka û Îsraîlê bi awayekî hevbeş êrîşeke berfireh birin ser çendîn binkeyên serbazî û saziyên hikûmî yên Îranê.

Li gorî zanyariyên Heyva Sor a Îranê, di êrîşên îro de Amerîka û Îsraîlê li 24 parêzgehan gelek dever bombebaran kirine, ku di nav wan de dibistaneke keçan û çendîn cihên sivîlan jî hene.

Her li gorî amarên Heyva Sor a Îranê, di êrîşan de 201 kes hatine kuştin ku 85 ji wan xwendekar in. Her wiha 747 kesên din jî birîndar bûne, ku 92 ji wan xwendekarên dibistana Mînabê ya li parêzgeha Hormizganê ne.