Sûdanî û Ehmed Şera: Divê zimanê diyalogê cihê hêza serbazî bigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê û Serokê Sûriyeyê di peywendiyeke telefonî de, tekezî li ser pêwîstiya girtina rêya diyalogê kirin ji bo çareserkirina qeyranan û daxwaz ji welatên zilhêz kirin ku berpirsyariya xwe hilgirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê îro 28ê Sibatê Iraqê belav kir, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, wergirt.
Li gorî daxuyaniyê, di peywendiyê de rewşa giştî ya navçeyê hat gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hewildanan kirin, ji bo rêgirtina li berdewamiya bikaranîna hêza serbazî û guhertina arasteyan ber bi diyalog û hevtêgihîştinê; ev jî bi armanca çareserkirina qeyranê û parastina aştiya herêmê û silametiya gelan.
Di beşeke din a gotûbêjê de, her du alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e welatên zilhêz û rêxistinên navdewletî destwerdanê bikin û berpirsyariya xwe hilgirin, ji bo serweriya yasayê û çespandina aramiya herêmî û navdewletî.
Serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Îranê dest pê kirin û di encamê de çend serkirdeyên wî welat hatin kuştin.
Di bersivê de, Îranê her zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên navçeyê kirin armanc.