Fuad Hisên ji Iraqçî re: Divê şer bê rawestandin

Fuad Hisên û Ebas Iraqçî
Fuad Hisên û Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê di peywendiyeke tilefonî de, ji ber kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, hevxemiya xwe ji Wezîrê Derve yê Îranê re diyar kir û tekez li ser pêdivîtiya rawestandina şer kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re axivî.

Li gorî Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Hisên di çarçoveya wê peywendiyê de, ji ber kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî, sersaxî ji Ebas Iraqçî re xwest.

Fuad Hisên herwesa di wê danûstandinê de tekez li ser helwesta welatê xwe li ser rewşa niha kir û ragihand ku divê şer bê rawestandin.

Wezareta Derve ya Iraqê eşkere jî kir ku, Fuad Hisên li ser rêkarên destûrî yên paşerojê hatiye haydarkirin, xasma jî yên têkildarî mekanîzma hilbijartina Rêberê Bilind ê nû di çend rojên bê de.

Fuad Hisên jî tekez li ser pêdivîtiya karkirina ji bo kêmkirina aloziyan û pêşxistina tenahiya deverê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) danê êvarê kuştina Elî Xameneyî ragihand. Medyaya fermî ya Îranê jî sibeha îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ew nûçe piştrast kir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî û gelek serkirdeyên bilin ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de jî, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.