Dengê teqînên nû li Dubay, Doha û Menamayê hat bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qeter, Behreyn, Îmarat û Kuweytê dengê teqînên bihêz hat bihîstin. Tehran di bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, welatên cîran ên li herêma Kendavê bombebaran dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Frans-Presse (AFP), îro Duşemê 2ê Adara 2026an, li paytext û bajarên mezin ên Qeter, Behreyn, Îmarat û Kuweytê zincîreyek teqînên bihêz rû dane. Hat ragihandin ku li Doha, Menama, Dubai, Abu Dhabi û Bajarê Kuweytê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.
Wezareta Navxwe ya Behreynê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşên Îranê de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê, parçeyên mûşekeke ku ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatibû têkbirin, li bajarê Selmanê ketiye ser keştiyeke biyanî û bûye sedema şewateke mezin. Di vê rûdanê de karkerekî canê xwe jidest daye û du karkerên din jî bi giranî birîndar bûne.
Ji roja Şemiyê ve ku êrîşên asmanî li herêmê dest pê kirine, hejmara giştî ya kuştiyan li welatên Kendavê gihîştiye 5 kesan:
- Kuweyt: 1 kuştî û 34 birîndar.
- Îmarat: 3 kuştî (welatiyên Pakîstan, Nepal û Bangladeşê) û 58 birîndar.
- Behreyn: 1 kuştî.
Hat ragihandin ku ji roja Şemiyê ve êrîşên Îranê yên li herêma Kendavê, ji bilî bingehên leşkerî, firokxane, bender, otêl û avahiyên niştecihbûnê yên sivîlan jî kirine armanc. Ev yek bûye sedema rawestandina geştên asmanî û tirsê di nava raya giştî ya herêmê de.
Rageşiya li herêmê piştî êrîşa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê gihîştiye asta herî bilind û welatên Kendavê bûne qada sereke ya bersivdayîna Tehranê.