Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî wergirt.

Di peywendiya telefonî de, rewşa giştî ya navçeyê û pêşhat û aloziyên deverê hatin gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî hat kirin.