Mehmûd Ehmedînejad hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di encama êrîşeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de li Tehranê hat kuştin.

Ajansa nûçeyan a 'ILNA' ya Îranî belav kir, Mehmûd Ehmedînejad duh 1ê Adarê li cihê niştecihbûna xwe ya li devera Narmak a Tehranê, di êrîşeke hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê de hatiye kuştin.

Mehmûd Ehmedînejad endamê Civata Diyarkirina Berjewendiyên Sîstemê ya Îranê bû û di navbera salên 2005 heta 2013an de, ji bo heşt salan wek Serokkomarê Îranê kar kiribû.

Medyayên nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê roja Şemiyê ragihandibûn, sê parêzvanên Ehmedînejad di dema êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan a 'Maşreq News' belav kir, kesên hatine kuştin ev in: Mehdî Muxtarî, Mistefa Ezîzî û Hesen Mescidî. Hat diyarkirin ku ev kes di êrîşa li ser nivîsgeha Mehmûd Ehmedînejad de canê xwe ji dest dane.