Tirkiyeyê dema rawestandina geştên xwe yên asmanî li Rojhilata Navîn dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê ragihand ku, Tirkiyeyê hemî geştên xwe yên asmanî ji bo Îran, Iraq, Urdin, Sûriye û Libnanê heta roja Înê hilweşandine. Ev jî ji ber xetera wan êrîşan e yên ku li deverê diqewimin, herwesa hemî geştên xwe yên ber bi Qeter, Kuweyt, Behreyn û Îmaratê ve jî heta sibeha roja Sêşemê rawestandin.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) ragihand ku, geştên asmanî ji bo balafirxaneyên Riyad, Cede û Medîneyê yên Erebistana Siûdî û herwesa ji bo Omanê dê bên destpêkirin.

Abdulkadir Uraloglu eşkere jî kir ku du balafir, ku yek ji wan girêdayî xeta asmanî ya Tirkiyeyê (Turkish Airlines) û ya din jî girêdayî Pegasus Airlines li Tehranê bû, hatine rawestandin.

Navbirî Tekez jî kir ku, desteyên wan her du şîrketan bi ewlehî vegeriyane Tirkiyeyê û herwesa karmendên xeta asmanî ya Tirkiyeyê li Qeter, Behreyn û Îmaratê jî ne di xeterê de ne.

Xeta asmanî ya Tirkiyeyê li roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, geştên xwe ji bo 10 welatên Rojhilata Navîn hilweşandin. Birêvebirê Nivîsîgeha Ragihandinê ya wê şîrketê Yehya Oston jî ragihandibû: Geştên îro Şemiyê yên ber bi Qeter, Kuweyt, Behreyn, Îmarat û Omanê ve hatine hilweşandin.

Yehya Oston herwesaa gotibû: Geştên ber bi welatên Sûriye, Iraq, Urdin, Libnan û Îranê ve heta roja 2ê Adara 2026ê hatine rawestandin. Amaje jî da: Ev biryar ji ber girtina asmanê çend welatan piştî êrîşên dijber ên di navbera Îran ji aliyekî ve û Amerîka û Îsraîlê ji aliyê din ve hatiye dayîn.