Fuad Hisên: Îran li ser bombebarankirina çend deverên Herêma Kurdistanê berdewam e

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku, Iraq rasterast keftiye bin bandora şer. Amaje jî da ku, berdewambûna şer dê bibe sedema zêdetir têkçûna tenahiyê û çêbûna gêleşokê li deverê.

Wezareta Derve ya Iraqê îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, Wezîrê Dewleta Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Hamish Falconer bi rêya telefonê peywendî bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên kir.

Wezareta Derve ya Iraqê eşkere jî kir ku, di wê peywendiyê de pêşkeftinên şer û encamên wê li ser deverê hatin nîqaşkirin. Herwesa got ku, di wê peywendiyê de nirxandineke tevgir ji bo rewşa meydanî û siyasî hat kirin, herwesa wezîrê Brîtanayê helwesta nû ya welatê xwe eşkere kir û ron kir ku, rê bi hêzên Amerîkayê tê dayîn ku hin dezgehan bi kar bîne, tevî karkirina ji bo hêsanakriyên rêkarên têkildar.

Herwesa her du aliyan tekez li ser xetera berdewambûna armanckirina welatên Kendavî jî kir, ji ber wan encamên xeter ên ku li ser ewlehî û aramiya deverê hene.

Fuad Hisên eşkere jî kir: Iraq rasterast keftiye bin bandora şer. Herwesa got: Îran li ser bombebarankirina çend deverên Herêma Kurdistanê berdewam e, xasma jî bajarê Hewlêrê, di demekê de ku aliyê din ê şer deverên başûr û rojavayên Iraqê dike armanc. Ev yek jî welat zêdetir rûbirûyî pirsgirêkên ewlehiyê li deverê dike.

Navbirî herwesa ragihand: Berdewambûna şer dê bibe sedema zêdetir nemana tenahiyê û çêbûna gêleşokê li deverê. Tekez jî kir: Şer ji bilî wêranî û karesatên mirovî tu destkeftiyekî din nade deverê.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez li ser pêdivîtiya zêdekirina bizavên navneteweyî û deverî ji bo gihîştina agirbesteke tavilê kir, bi rengekî ku ji bo kontrolkirina rageşiyan û peydakirina şert û mercan ji bo vegerandina tenahiyê ji bo Rojhilata Navîn bi giştî û Iraqê bi taybetî alîkar be.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.