Nivîsîngeha Rêxistinên Nehikûmî: Êrîşa li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serwerî û qanûna navneteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Rêxistinên Nehikûmî li Herêma Kurdistanê peyamek pêşkêşî rêxistinên navxweyî û navneteweyî kir, da ku bêdengiyê bişkînin û li dijî êrîşên bi mûşek û dronan ên Îranê li ser Herêma Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.

Nivîsîngeha Rêxistinên Nehikûmî îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de, ku kopiyeke wê ji Kurdistan24ê re jî hatiye şandin, amaje da: Wekî ku eşkere ye, di van çend rojan de bi hejmareke dron û mûçekan êrîşî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û çend deverên din ên herêma me hatiye kirin, ku bûn sedema peydabûna tirs û nearamiyê ji bo welatiyên wê yên bêguneh û zirar gihand aramiya giştî.

Nivîsîngeha navbirî êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê wekî binpêkirina serweriyê binav kirin û got: Ev kiryarên tundûtûjiyê binpêkirinên eşkere yên li dijî serwerî û qanûna navneteweyî ne û li ser ewlehiya deverê gef in.

Wê nivîsîngehê di pareke din a peyama xwe de jî got: Em wekî Nivîsîngeha Rêxistinên Nehikûmî li Herêma Kurdistanê bang li we dikin ku, hûn van êrîşan şermezar bikin û bi belavkirina daxuyaniyan û nîşandana helwesta xwe ya fermî li ser van êrîşan piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê.

Nivîsîngeha Rêxistinên Nehikûmî daxwazek jî ji rêkxistinan kir û ragihand: Bê guman rêxistinên navxweyî û navneteweyî di rêkxistina têkiliyên di navbera welatan de, çareserkirina pirsgirêkên giştî yên cîhanî, parastina aştî û ewlehiyê û parastina mafên mirovan de rolekê dilîzin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.