Trump: Min cîhan ji metirsiyeke cidî parast

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din êrîşî peymana atomî ya bi Îranê re (JCPOA) kir û ragihand, biryara wî ya hilweşandina vê peymanê, cîhan ji metirsiyeke mezin rizgar kiriye û rê li ber Tehranê girtiye ku bibe xwediyê çekên atomî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 3ê Adarê li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" peyamek belav kir û peymana atomî ya ku di serdema Barack Obama de hatibû îmzekirin, wek "xirabtirîn û metirsîdartirîn" rêkeftina dîroka hikûmeta Amerîkayê pênase kir.

Trump di peyama xwe de got, eger ew ji peymanê venekişiyaba, Komara Îslamî ya Îranê sê sal berê bombeya atomî bidest xistibû. Trump got: "Vê yekê dê hevsengiyên cîhanê bi awayekî xirab biguheranda. Biryara min a ji bo dawîanîna bi vê peymanê, cîhan ji felaketeke atomî parast."

Serokê Amerîkayê rexneyên giran li Barack Obama û Joe Biden girtin û ew wek berpirsên vê "rewşa metirsîdar" nîşan dan. Trump destnîşan kir ku siyasetên wan, ziyanên mezin gihandine asayîşa neteweyî ya Amerîkayê û aramiya cîhanê. 

Trump bi şêwazekî pesindayinê behsa biryara xwe kir û got ku tenê wî karîbû vê "xeletiya dîrokî" rast bike. Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne, her ku diçe pêşbirka hilbijartinên Amerîkayê germtir dibe.

Mijara Îranê û bernameya wê ya atomî her tim wek xaleke sereke ya siyaseta derve ya Amerîkayê dimîne. Tevî daxuyaniyên Trump, rexnegirên wî bawer dikin ku vekişîna Amerîkayê ya ji peymanê, hişt ku Îran ji her demê zêdetir uranyumê dewlemend bike û nêzîkî çêkirina çekên atomî bibe.