Araqçî: Berpirsyariya rijandina xwîna Amerîkiyan li stûyê lobiyên alîgirên Îsraîlê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî di peyamekê de rexne li siyasetên Amerîkayê girtin û ragihand, Washington ji bo berjewendiyên Îsraîlê ketiye nav şerekî ku ti hinceta wê nîne. Araqçî tekez kir ku "gefa Îranê" tenê efsaneyek e û ti bingeha wê nîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir. Araqçî diyar kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio piştrast kiriye ku ev şer, şerekî "bi daxwaz û arezûya Amerîkayê" ye ku li ser daxwaz û berjewendiyên Tel Avîvê hatiye destpêkirin.

Araqçî di daxuyaniya xwe de got: "Cîhan niha dizane ku Amerîka tenê ji bo razîkirina Îsraîlê daxilî nav şer bûye. Ti metirsiyeke rastîn ji aliyê Îranê ve tune bû; ev tenê efsaneyek bû ku ji aliyê dijberên Îranê ve hatibû çêkirin da ku hincetan ji bo êrîşan bibînin."

Wezîrê Derve yê Îranê, wan komên ku bi dirûşma 'Pêşî Îsraîl' tevdigerin, ji rijandina xwîna serbazên Amerîkî û welatiyên Îranî berpirsyar dît. Herwiha got jî, lobiyên alîgirên Îsraîlê yên li Amerîkayê biryarên siyasî yên Washingtonê araste dikin û berjewendiyên Îsraîlê dixwin pêş asayîşa neteweyî ya Amerîkayê û jiyana welatiyên xwe. Li gorî Araqçî, ev yek bûye sedem ku Amerîka bikeve nav "pevçûneke bixwîn û bêsûd."

Araqçî di dawiya peyama xwe de bang li gelê Amerîkayê kir ku welatê xwe ji bin bandora van lobiyan rizgar bikin. Herwiha ragihand, gelê Amerîkayê hêjayî rewşeke gelekî baştir e ji ya ku niha tê de ye.