CENTCOM ji 50 hezar serbazan re: Dema amadehiyê qediya, niha dema tevgerê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) peyameke taybet arasteyî nêzîkî 50 hezar serbazên ku beşdarî operasyona leşkerî ya dijî Îranê dibin kir û ferman da wan ku "ji bo tevgerê amade bin."

Fermandarê CENTCOMê tekez kir, bi fermana Serokê Amerîkayê, erkê wan ê ku dê encamên wê yên kûr û dîrokî hebin dest pê kiriye. Herwiha ragihand, wextê amadehiyê bidawî bûye û niha dema tevgerê û encamdanê ye.

Fermandarê CENTCOMê diyar kir, ew serbilind e bi xizmeta serbaz, deryavan, pîlot û hêzên parastina sînor û destnîşan kir ku ev hêz, "hêza herî kujer û herî bihêz a ku cîhanê heta niha nas kiriye ye."

Di peyamê de amaje bi wê kir, ji sala 1979an ve, rejîma Îranê bi hezaran Amerîkî kuştine û birîndar kirine û hîn jî gefê li Amerîka û dostên wê dixwe. Fermandarê Amerîkî bang li serbazan kir û got: "Bi saya wêrekî û biryardariya we, dê herikîna dîroka mirovahiyê biguhere."

Fermandarê CENTCOMê çend rênimayên sereke dan hêzên beşdar:

- Di qada şer de bi hemû hêza xwe rûbirûyî dijmin bibin.

- Tevî dijwariya şer jî, divê reftarên serbazan profesyonel bin û pênaseya xwe ya leşkerî biparêzin.

- Hevalên li kêlek, pêş û paş we, çavkaniya parastinê ne; divê serbaz ji bo hevdu bibin mertal.

Fermandarê CENTCOMê hişyarî da ku şer bi xwezaya xwe kaotîk e, serbaz dê di roj û heftiyên pêş de, di nava dengê teqîn û tevliheviya qada şer de werin ceribandin. Lewma bang li wan kir ku di kêliyên herî giran de xwe bispêrin perwerdeya xwe ya pîşeyî, ku wekî 'baştirîn perwerdeya cîhanê' pênase kir.

Di dawiya peyamê de, fermandarê CENTCOMê serbazên Amerîkî wek "mertal û şûrê herî tûj ê cîhana azad" pênase kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwast.