Qaymeqamê Koyê: bi 3 dronan êrîş li ser Kampa Azadî hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Koyê ragihand, bi sê dronan êrîş li ser Kampa Azadî hate kirine û di encamê de kesek bi sivikî birîndar bûye.

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî îro 3ê Adarê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: "Êrîş bi rêya sê dronan hat kirin. Yek ji wan dronan li nêzîkî nexweşxaneya kampê ketiye xwarê."

Derbarê ziyanên canî de, Qaymeqamê Koyê destnîşan kir, di encama êrîşê de kesek bi sivikî birîndar bûye. 

Heyderî bal kişand ser wê yekê ku sedema kêmbûna ziyanên canî ew e ku kamp "beriya niha hatibû valakirin". Vê xweparastinê rê li ber ziyanên canî yên mezintir girtiye.

Kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li sînorê qezaya Koye û Zirgiwêzê, berê jî gelek caran ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşek û dronan hatine armancgirtin.