SOHR: Piştî rûxandina rejîma Esed 767 sivîl bûn qurbaniyên bermayiyên şer

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed ve heta niha, ji ber teqîna bermayiyên şer û mînên neteqiyayî, 767 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) di raporeke nû de diyar kir, ji dema rûxandina rejîmê di 8ê Berçileya 2024an de heta 3ê Adara 2026an, teqemeniyên neteqiyayî bûne sedema mirina 767 sivîlan, ku di nav wan de 299 zarok û 54 jin hene.

Amarên li gorî salan wiha ne:

- Dawiya sala 2024an: Piştî rûxandina rejîmê heta dawiya salê, 80 sivîl (12 zarok û 6 jin) ji ber teqemeniyan hatin kuştin.

- Sala 2025an: Di vê salê de, 599 sivîl (192 zarok û 41 jin) bûn qurbaniyên bermayiyên şer. Ev qurbanî li seranserê herêmên di bin kontrola hikûmeta nû, Rêveberiya Xweser û komên Artêşa Niştimanî de hatine tomarkirin.

- Destpêka sala 2026an (Heta 3ê Adarê): Tenê di sê mehên pêşîn ên îsal de, 88 sivîl (25 zarok û 7 jin) jiyana xwe ji dest dane.

Banga ji bo paqijkirina mînan

SOHR destnîşan kir, ev amar nîşana metirsiya berdewam a li ser jiyana sivîlan in. Rewangehê bang li saziyên navdewletî û rêveberiyên xwecihî kir ku bi awayekî bilez dest bi bernameyên paqijkirina mînan û bermayiyên şer bikin.

Herwiha hat tekez kirin, divê rêkarên xweparastinê werin xurtkirin û hişyariya civakê li ser metirsiyên teqemeniyan were bilindkirin, da ku rê li ber karesatên nû were girtin. Ev bermayiyên ku ji operasyonên leşkerî yên salên borî mane, hîn jî wekî "kujerên veşartî" li seranserê axa Sûriyê belav bûne.