Mûşekeke Îranê li derdora Qamişlo kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Mûşekeke Îranê li gundekî başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ket xwarê. Hat ragihandin ku ev mûşek ji aliyê sîstemên berevaniyê ve hatiye têkbirin.

Li gundê Qizilçê yê ku dikeve başûrê bajarê Qamişlo, îro 4ê Adarê mûşekeke Îranî di nava zeviyeke çandiniyê de ket xwarê.

Li gorî zanyariyan, ev mûşek berî ku bigihîje armanca xwe, li asmanê herêmê ji aliyê sîstemên berevaniyê yên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye xistin û piştre perçeyên wê li deştê ketine. 

Dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin nîşan didin ku mûşek di nava zeviyekê de ye û di encama vê rûdanê de, ti ziyanên canî yan madî nehatine tomarkirin.

Ji destpêka şerê rasterast ê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ev yekemîn car e ku mûşekek yan bermayiyên wê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dikevin xwarê. Berê li herêmên din ên Sûriyê rûdanên wiha çêbûbûn, lê ev cara pêşîn e ku asmanê Qamişlo dibe qada rûbirûbûna mûşekî.