PDK: Em êrîşên komên çekdar ên li ser Herêmê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, êrîşên milîsên derveyî yasayê yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û wekî "tawanên terorîstî" pênase kirin. Fraksiyonê hişyarî da ku berdewamiya van êrîşan heybeta dewletê têk dibe.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro 5ê Adarê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bi tundî êrîşên dawî yên milîs û komên çekdar ên derveyî yasayê ku deverên niştecihbûnê û cihên giştî yên Herêma Kurdistanê dikin armanc, hatin şermezarkirin.
Fraksiyona PDKê destnîşan kir, ev êrîş bi her pîvanekê "kiryarên terorîstî yên aşkere ne" û binpêkirineke metirsîdar a destûr û serweriya Iraqê ne. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev bûyer careke din metirsiya 'çekên bêkontrol' disêlmînin, ku bûne gefeke rasterast li ser asayîşa welatiyan û aramiya welat."
PDKê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kir, bi gavên bilez û yekalîker dawî li van komên tundrew bîne. Herwiha daxwaz hat kirin ku aliyên li pişt van êrîşan werin aşkerekirin û dadgehkirin. Hat tekez kirin jî, nabe ti hêzeke çekdar li derveyî çarçoveya fermî ya dewletê kar bike.
Fraksiyona PDKê hişyariyeke tund da hikûmetê û ragihand: "Berdewambûna van êrîşan, tê wateya lawazkirina heybetsa dewletê. Ev rewş pirsên cidî li ser şiyana hikûmetê ya di warê bicihkirina yasayê û parastina canê welatiyan de ava dike."
Ev êrîşên bi dron û mûşekan di demekê de zêde bûne ku ji 28ê Sibata 2026an ve şerê rasterast di navbera eniya Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye. Komên çekdar ên li Iraqê, bi hinceta piştgiriya Îranê, binkeyên Amerîka û Hevpeymanan ên li Herêma Kurdistanê dikin armanc, ku ev yek ziyaneke mezin dighîne sivîl û binesaziya Herêmê.