Îtalya ji bo piştgirîkirina welatên Kendavê sîstemên berevaniya asmanî dişîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand, welatê wê amade ye sîstemên berevaniya asmanî bişîne welatên Kendavê, yên ku rastî êrîşên Îranê tên.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di daxuyaniyekê de ji bo radyoya "RTL 102.5" aşkere kir, Roma plan dike ku ji bo piştgirîkirina welatên Kendavê sîstemên berevaniya asmanî ji welatên Kendavê re bişîne.
Meloni destnîşan kir, ev gava Îtalyayê mîna helwesta Brîtanya, Fransa û Almanyayê ye. Herwiha tekez kir, ev piştgirî tenê ji bo "berevaniyê" ye û got: "Em bi eşkereyî behsa parastinê û sîstemên berevaniya asmanî dikin."
Ev daxuyaniya Melonî di demekê de tê ku welatên Kendavê ji ber şerê niha yê li navçeyê rû dide, rûbirûyî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bûne.