Çar serokatiyên Iraqê êrîşên ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Her çar serokatiyên Iraqê di civînekê de êrîşên mûşekî û dronî yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekez kirin ku ew rê nadin axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Her çar serokatiyên Iraqê îro 5ê Adarê li Koşka Bexdayê civiyan. Di civînê de Serokkomar Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan amade bûn.
Li gorî daxuyaniya fermî, di civînê de bi hûrî pêşhatên ewlehî û siyasî yên li navçeyê û bandora wan a li ser Iraqê hatin nirxandin. Her çar serokatiyan piştevaniya xwe ji bo rêkarên hikûmetê nîşan dan da, ku Iraq neyê kişandin nav agirê şerê derveyî sînorên xwe. Her wiha tekezî li ser parastina serweriya welat û ewlehiya nûneratiyên dîplomatîk hat kirin.
Civînê bi tundî her cure êrîşên li ser bajar û parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê şermezar kirin û ev êrîş wekî "binpêkirina serweriya niştimanî" pênase kirin. Herwiha helwesta Iraqê hat tekezkirin ku ew rê nadin axa welat bibe bingehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran yan jî gefxwarina li ewlehiya wan.
Serokatiyan daxwaz kirin ku operasyonên leşkerî yên li navçeyê yekser werin rawestandin û rêz li serweriya dewletan were girtin. Bang li civaka navdewletî hat kirin ku ji bo rêgirtina li berfirehbûna şer bilez bikeve tevgerê. Di civînê de hat destnîşankirin ku dîplomasî û danûstandinm baştirîn rê ne ji bo parastina navçeyê ji encamên metirsîdar.
Li ser asta navxweyî, giringiya xurtkirina yekrêziya niştimanî û pêkanîna mafên destûrî hat gotûbêjkirin. Di heman demê de hat diyarkirin ku ji bo çespandina aramiyê, dê di warê yasayî de lêpirsîn ligel wan kesan were kirin ku bi rêya dezgehên ragihandinê yan torên civakî gotegot û propagandayên derew belav dikin û aramiya civakî dixin metirsiyê.