Azerbaycan: Divê Îran daxwaza lêborînê bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Azerbaycanê Îran bi êrîşa bi dronan tometbar kir û daxwaza ronkirineke bi lez ji wê kir.

Azerbaycanê îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) Îran tometbar kir ku, du dron avêtine nav axa wê û di encamê de du kes birîndar bûne.

Li ser wê bûyerê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bakoya paytexta Azerbaycanê ji aliyê Wezareta Derve ya Azerbaycanê ve hat gazîkirin.

Herwesa Wezareta Derve ya Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, yek ji wan dronan li balafirxaneyekê li devera Naxçîvanê li nêzîkî sînorên Îranê û drona duyê jî li nêzîkî dibistanekê ketiye.

Wezareta navbirî di daxuyaniyekê de ew êrîş şermezar kirin û bang li Tehranê kir ku, ronkirineke bilez di wî warî de bide. Herwesa tekez jî kir ku, Azerbaycanê bi tevahî maf heye ku, li beranberî her gefeke li ser serweriya axa wê, rêkarên guncayî yên bersivdayînê bi cih bîne.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.