Erdogan êrîşa li ser Azerbaycanê şermezar kir

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê bi rêya telefonê peywendî bi Serokkomarê Azerbaycanê kir û êrîşa li ser devera Naxçîvanê ya Azerbaycanê şermezar kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) di peywendiya xwe ya telefonî ya li gel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv de êrîşa li ser devera Naxçîvanê ya Azerbaycanê şermezar kir.

Di wê peywendiya telefonî de, her du serokan êrîşa li ser Komara Xweser a Naxçîvanê nîqaş kir. Erdogan ew êrîşên bi dronan şermezar kirin û peyameke sersaxiyê pêşkêşî gelê Azerbaycanê kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê herwesa di daxuyaniyekê de got: Em wan êrîşên bi dronan ên li ser Komara Naxçîvanê hatine kirin bi tundî şermezar dikin. Divê ev êrîş bi zûtirîn dem bên rawestandin, ku welatên sêyê dikin armanc û xetera gurbûna şer zêde dikin di zûtirîn dem de. Wekî her car, Tirkiye ji niha û pê de jî dê li kêleka Azerbaycanê bimîne.

Azerbaycanê îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) Îran tometbar kir ku, du dron avêtine nav axa wê û di encamê de du kes birîndar bûne.

Li ser wê bûyerê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bakoya paytexta Azerbaycanê ji aliyê Wezareta Derve ya Azerbaycanê ve hat gazîkirin.

Herwesa Wezareta Derve ya Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, yek ji wan dronan li balafirxaneyekê li devera Naxçîvanê li nêzîkî sînorên Îranê û drona duyê jî li nêzîkî dibistanekê ketiye.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.