Sîsî: Misir li ser hewlên xwe yên navbeynkariyê ji bo rawestandina şer berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ragihand, welatê wî di salên borî de rûbirûyî gelek rewşên dijwar û astengiyan bûye, lê wan bi aramiyeke mezin serederî ligel qeyranan kiriye.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî tekez kir, welatê wî bi her awayî hewl dide rê li ber gurbûna şer û rageşiyên niha yên li navçeyê bigire. El-Sîsî diyar kir, ev helwesta Misirê ji ezmûna wan a dîrokî tê, ku dizanin "şer ji bilî wêranî û kavilkirinê tiştekî din li pey xwe nahêle."

Sîsî tekez kir, Misir hîn jî hewl dide bi dilsozî û destpakî navbeynkariyê bike, da ku vî şerî rawestîne. Herwiha hişyarî da ku berdewamiya vî şerî dê bibe sedema "baceke mezin" ji bo hemû welatên navçeyê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokê Misirê bal kişand ser zehmetiyên navxweyî û derveyî û got: "Misir di salên borî de rûbirûyî gelek rewşên pir dijwar û astengiyan bûye, lê me bi aramiyeke mezin serederî ligel hemû sivkayetî û planên li dijî welatê me hatiye kirin, kiriye."

Ev daxuyaniya Sîsî di demekê de ne, rageşiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn gihîştiye lûtkeyê û Misir hewl dide roleke balanseker û aştiyane li navçeyê bilîze.