Tevgera bazirganî li Dergehê Îbrahîm Xelîl du qatan zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber berdewamiya girtina asmanê Iraq û Herêma Kurdistanê, welatî bi naçarî berê xwe didin rêyên bejayî. Dergehê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl di van rojan de qerebalixiyeke mezin bi xwe ve dibîne û hejmara geştiyaran du qatan zêde bûye.
Rawestandina geştên asmanî li firokxaneyên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê, giranî xistiye ser rêyên bejayî. Gelek welatiyên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê yan jî ji wir ber bi Ewropayê ve biçin, niha tenê Dergehê Îbrahîm Xelîl wekî dergehekî ewle û guncay dibînin.
Elî Ebdullah ku niştecihê Hewlêrê ye, diyar kir ku her çend rêya bejayî dûr û westiyayî be jî, ji ber girtina firokxaneyan ew neçar maye vê rêyê hilbijêre. Elî got: "Berê me bi firokeyê geşt dikir, lê niha xelk bi rêya bejayî diçin û tên. Asankariyên li vir pir baş in û karmendên dergehê alîkariya me dikin."
Geştiyarekî din ê ji bajarê Kerkûkê jî ji Kurdistan24ê re got, ji ber girtina firokxaneyan, bilêtên gelek kesan hatine şewitandin û niha tenê rêya wan Îbrahîm Xelîl e, da ku vegerin Ewropayê.
Şofêrên li dergehê kar dikin didin zanîn, tevî meha Remezanê ye jî, liv û tevgera geştiyaran pir zêde bûye. Li gorî amaran, eger berê rojane 100 kes ji vî dergehî derbas bibûna, niha ev hejmar ji 200 kesan derbas kiriye.
Dergehê Îbrahîm Xelîl ji bilî giringiya xwe ya bazirganî, niha wekî "pira rizgariyê" ji bo geştiyaran tê dîtin. Lêçûna veguhastina her kesekî ji Zaxoyê ber bi bajarên Tirkiyeyê ve, li gorî cureyê otomobîlê û dûriya bajêr, di navbera 25 heta 150 dolarî de ye.
Tevî rageşiya leşkerî ya li navçeyê, aramiya li Dergehê Îbrahîm Xelîl bûye sedem ku welatî bi rehetî vê rêyê bikar bînin. Ev dergeh niha wekî tekane dergeha sereke ya Herêma Kurdistanê ya ber bi cîhanê ve tê dîtin.