Binkeyeke serbazî yê Qeterê li Behreynê hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Qeterê ragihand, hêzên wan ên deryayî ji bombebarana Îranê ya li ser Menamayê rizgar bûne. Hat diyarkirin, tevî êrîş li ser cihê mana wan a li Behreynê hatibe kirin jî, ti ziyanên canî negihîştine serbazên Qeterî.

Wezareta Derve ya Qeterê îro 6ê Adarê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ew avahiyên ku li Menamayê hatibûn armanckirin, cihê mana hêzên deryayî yên Qeterê bûn. Ev hêz di çarçoveya "Navenda Operasyonên Deryayî yên Yekgirtî ya Encûmena Kendavê" de li Behreynê hatine bicihkirin.

Wezareta Derve ya Qeterê tekez kir, serbazên wan ji vê êrîşê bi silametî derketine û Balyozxaneya Qeterê ya li Behreynê bi hevahengiya rayedarên Menamayê re, hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina wan girtine.

Ev daxuyaniya Qeterê piştî wê yekê hat, Wezareta Navxwe ya Behreynê îro danê sibê eşkere kir ku Îranê li Menamayê otêlek û du avahiyên niştecihbûnê bombebaran kirine. Herwiha duh Pênşemê jî mûşekeke Îranî li parzûngeha petrolê ya sereke ya Behreynê ketibû û bûbû sedema şewateke mezin.

Ji roja Şemiyê ve ku Îranê li hemberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê dest bi bombebarankirina navçeyê kiriye, heta niha herî kêm 13 kes li welatên Kendavê jiyana xwe ji dest dane, ku 7 ji wan sivîl in.

Di heman demê de, Washingtonê piştrast kir ku 6 serbazên Amerîkî di êrîşên Îranê de hatine kuştin ku 4 ji wan li Kuweytê bûn.