Reuters: Şîrketên petrolê yên Iraqê karmendên xwe vediguhêzin Kuweytê

Navenda Nûçeyan (K24) - Reutersê ragihand ku, gelek şîrketên petrolê yên biyanî pêvajoya veguhestina karmendên xwe yên biyanî ji zeviyên petrolê yên Iraqê bo Kuweytê daye destpêkirin.

Du çavkaniyên Iraqê îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) ji Ajansa Reutersê re ragihand ku, gelek şîrketên petrolê yên biyanî, ji wan jî Halliburton, KBR û Schlumberger, bi rêya deriyê sînorî yê Sefwanê, dest bi veguhestina karmendên xwe yên biyanî ji zeviyên petrolê yên Iraqê bo Kuweytê kiriye.

Di vê navberê de, dezgehên darayî û şêwirmendiyê li ser encamên pêşbînîkirî yên şerê berdewam ê li dijî Îranê û bandora wê li ser dabînkirina enerjiya cîhanî haydariyên tund dane. Ew dezgeh dibêjin ku, ji ber îhtîmala girtina Tengava Hurmizê, xetera rawestiyana piraniya berhemandin û hinardekirina petrolê heye.

Ev pêngava şîrketên petrolê di demekê de ye ku, xeterên berfirehbûna çarçoveya pevçûnên li deverê zêde dibin. Artêşa Amerîkayê di çend rojên borî de ji nişkê ve manoreke leşkerî ya mezin hilweşand, ku biryar bû ji bo yekîneyeke taybet a hêzên paraşûtvanan hatiba kirin.

Ev biryara Amerîkayê jî bû sedema çêbûna gumanan û pêşbîniyan li nav Wezareta Şer a Amerîkayê li ser îhtîmala şandina hêza peya ji bo Rojhilata Navîn, xasma jî li gel berfirehbûna asta rûbirûbûnên bi Îranê re.

Her rojê nêzîkî 20% ya petrola cîhanê di Tengava Hurmizê re derbaz dibe. Li gorî texmînan, ji ber girtina vê tengavê ji bo dema heft rojan, nêzîkî 140 milyon bermîlên petrolê di bazara cîhanê de kêm dibin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.