Hikûmeta Herêmê derbarê rûmalkirina bûyerên ewlehiyê de çend biryaran ji bo medyayê derdixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi mebesta parastina asayîşa neteweyî û canê welatiyan, komek rênima û qedexeyên nû ji bo hemû dezgehên ragihandinê û medyaya civakî derxistin.
Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 7ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber rewşa awarte ya niha, ji bo parastina asayîşa neteweyî û mal û canê welatiyan, rênimayên nû ji bo hemû medyaya navxweyî, biyanî û platformên medyaya civakî hatine danîn.
Li gorî daxuyaniyê, di dema rûmalkirina bûyerên ewlehiyê de ev çalakiyên li jêr bi her awayî hatine qedexekirin:
1- Dîmenên mûşek û dronan: Belavkirina vîdyoyên zindî yan jî wêneyên avêtina mûşek û dronan, diyarkirina cih û dema ketina wan û nîşandana cihên ku ziyan dîtine qedexe ye.
2- Agahiyên hûrgilî: Parvekirina navnîşan û cihên hûrgiliyên ketina mûşekan û axaftina li ser qebareya ziyanên hatine dîtin qedexe ye.
3- Cihên serbazî û dîplomatîk: Kêşandina wêne an jî vîdyoyên cihên serbazî û ewlehiyê, tevgera hêzên çekdar, çek û cebilxane, saziyên hikûmî û nûnertiyên dîplomatîk bi her awayî qedexe ye.
Fermangeha Medya û Zanyariyê hişyarî da rojnamevanan ku di dema belavkirina wan dîmen û wêneyên ku ji aliyê xelkê ve ji wan re têne şandin de, pir hişyar bin. Hat destnîşankirin ku divê ti agahiyên hestiyar an jî dîmenên binesaziya ewlehiyê di wan dîmenan de neyên xuyakirin.
Herwiha hikûmetê daxwaz ji dezgehên medyaya kir ku di rûmalkirina bûyerên ewlehiyê de bi Fermangeha Medya û Zanyariyê re di hevahengiyê de bin, da ku agahiyên hestiyar bi bêmebestî neyên aşkerekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekez kirin, her dezgeheke ragihandinê yan jî medyakarekî ku van rênimayan binpê bike, dê bi awayekî tund bi lêpirsîna yasayî re rû bi rû bimîne.