Peyama Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinan di peyamekê de ragihand: Ez bi germî pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî
Bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye ku her tim pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me bûne û giraniya şoreşê û qurbanîdanê li ser milên wan bûye. Di vê helekftê de, ez daxwaza bextewerî, serfirazî û serkeftinê ji bo hemî jinên Kurdistanê dikim.
بەبۆنەی هەشتی مارس ڕۆژی جیهانیی ئافرەتان، پیرۆزبایی لە ئافرەتانی کوردستان و عێراق و جیهان دەکەم.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) March 8, 2026
پێزانینم بۆ ڕۆڵ و قوربانیدانی ئافرەتانی کوردستان هەیە کە هەمیشە بەشێکی سەرەکیی لە خەبات و کۆڵنەدانی گەلەکەمان بوونە و قورسایی شۆڕش و قوربانیدان لەسەر شانی ئەوان بووە. لەم بۆنەیەدا…